Cîhan

Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Berevaniya Almanyayê li ser hevkariya hevbeş gotûbêj kirin

Di Konferansa Asayişa Munchenê de li Almanyayê yan jî ji bo karûbarên berevaniyê, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîra Derve ya Almanyayê Simtje Muller kir.

Di hevdîtinê de her du alî rewşa ewlekariya Iraqê û aloziyên navçeyê, rol û beşdariya hêzên Almanya di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de gotûbêj kirin û tekez li ser hevkarî û piştevaniya Almanya li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanya ji bo berdewamiya erkê hêzên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û destxweşî li hêzên Almaniya kir ku yarmetîdan û piştevaniya Pêşmerge û proseya çaksaziyê kirine.

Di civînê de her wiha pêşhatên dawî yên şerê li Xezayê û bandor û encamên wan hatin gotûbêjkirin.

Back to top button