Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel serokê Awusturya civiya

Îro piştî nîvro li Viyanayê Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Awusturya Alexander van der Bellen civiya û derbarêli Iraq û Herêma Kurdistanê de gotubêjek bi berhem kirin.

Her du alî dîroka peywendiyan û asta niha û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, diyaloga Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û cîbicîkirina sîstematîk ya destûrê bilind nirxand. .

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi berdewamiya hevkarî û palpiştiya Awusturya li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehî û rola Awusturya di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand. Ji aliyê xwe ve Serokê Awusturya tekez li ser berdewamiya piştevanî û hevxemiya welatê xwe bo gelê Kurd û mafên wî kir.

Di hevdîtinê de rewşa pêkhatan û mafên wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hat gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du alî hevdeng bûn ku civaka cîhanî alîkariya êzdiyan bike ku yek ji qurbaniyên herî mezin yên terorîstên DAÎŞê ne.

Li hevdîtinê de ku Balyozê Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awusturya amade bûn, her wiha behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê, guhertina keşûhewayê û giringiya hevkarîkirina berfireh ji bo rûbirûbûna metirsiyên wê hat kirin.


Back to top button