CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em li benda pêngavên hilbijartinan in

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima vekirina Bîrdariya Neteweyî ya Barzanî da pirsên rojnamevanan ên der barê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bersivandin.

“Peyama Serok Barzanî peyama aştî, qebûlkirin û pêkvejiyanê bû. Hşvî dikim ku, ev bibe destpêkek baş ji bo hemû pirsgirêk li ser maseya gotûbêjan û bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Bi baweriya min ev peyama herî girîng e ku îro ji Herêma Kurdistanê derketiye.”

Derbarê pêşhatên dawî yên nakokiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya di derbarê hilbijartinan de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Ev destpêşxeriya cenabê Serok îro diyar e. Bang li hemû aliyan dike ku bi hev re rûnin. Bi baweriya min ev dê bibe destpêkek baş ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalogê di navbera hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê de.”

Derbarê civîna aliyên siyasî bo çareserkirina kêşeyên xwe de jî got: “Pêwîste aliyên siyasî bicivin, li her cihekî ku bicivin emê piştgîriya wan bikin. Daxwaza Serok Barzanî ya îro jî ew bû ku di zûtirîn dem de kom bibin.”

Peyama wî ya ji bo lidarxistina hilbijartinan çiye û îhtîmala lidarxistina hilbijartinan çiqas e? Barzanî got: “Weke desthilata xwe ya serokatiyê, min roja hilbijartinan li gorî erkê xwe yê yasayî diyar kiriye, ya mayî jî li ser parlamentoyê maye ku komîsyon û kar bê avakirin.” Niha em li benda van gavan in, em hêvîdar in piştî ku hemû alî li hev rûnên û hilbijartin di roja ku me diyar kiriye de bên kirin.”

Di bersiva pirsyareke din de ku gelo ev rêkeftin dê çiqas bandorê li Bexdayê bike, got: “Rêkeftina li gel Bexdayê di çarçoveya hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, lê rêkeftineke din hatiye kirin û rêkeftina pêkanîna hikûmeta Iraqê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) her du bi hev re beşdar dibin. Bê guman em weke hêzên siyasî yên Kurdistanê çiqasî bi hev re bin, ewqasî dikarin mafên Herêma Kurdistanê dabîn bikin. Heya niha di çarçoveya hevpeymaniyê de, YNK, PDK û aliyên beşdar li Bexdayê bi rastî hemahengiya baş li wir kirine, hêvîdar im li Kurdistanê em bibin şahidê qonaxeke nû ya rêkeftin û têgihiştinê. tevahiya Iraqê.”

“Tişta ku duh di nav hevpeymaniya desthilatdar de biryar hat dayîn, ew e ku demek diyarkirî ji bo proje yasaya bûdceyê di vê mehê de were pesendkirin, divê rojên 17 û 18ê vê mehê were pesendkirin.”

Back to top button