
Serokê Partîya Welat û namzedê serokkomarîyê Muharrem Înce, piştî eşkerekirina kasêta wî ya seksê û delîlên ku Înce ji bo namzedîyê pere ji Erdogan stendine, mecbûr ma ji namzedîya serokkomarîyê vekişe. Her çiqasî Muharrem Înce kasêta seksê û stendina pereyan înkar dike jî, tu paye û qîmetê wî di nava millet nema.
Sebebek din ya vekişîna wî jî ev bû ku dengên Înce di ankêtan de ji %5 daketibû %1ê. Namzedîya Muharrem Înce ji bo serkeftina Kemal Kiliçdaroglû xeterek mezin bû. Her çiqasî Înce bi xwe ji pêvajoya CHP tê jî, namzedîya wî xizmet ji serkeftina Erdogan re dikir. Herweha Muharrem Înce Kemalîstekî di ser xwe re ye û ji Kurdan jî hez nake.
Vekişîna Muharrem Înce destê Erdogan lawaz û destê Kiliçdaroglu xurt kir. Hilbijartina ku îhtîmal hebû bi namzedîya Muharrem Înce bimîne dora duyem, bi vekişîna wî dixuye ku wê hilbijartina serokkomarê nû di dora yekem de biqede. Vekişîna Înce di nav AKP û alîgirên Erdogan de xeyalşikestin û di nav CHP û alîgirên Kiliçdaroglu de jî kêfxweşîyek peyda kir.