Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya

Îro danê sibê yekşemê (22.12.2024) birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê kir.

Di civînekê de ku, birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Balyozê Îtalyayê li Iraqê û hejmarek ji berpirsên her du aliyan têda amadebûn, têkelî û hevkariyên hevbeş yên leşkerî û emnî yên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, piştgirî û rola hêzên Îtalî di rûbirûbûna terorê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û tirsa ji bubare derkeftina DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya Îtalyayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî di rûbirûbûna terorîstan û têkşikandina DAIŞê de nîşan da û berhevî û xesteka Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina asta hevkariyên hevbeş û parastina ewlehiyê û aramiya li navçeyê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve birêz wezîrê berevaniyê yê Îtalyayê tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî wek hevkarekî girîng giringiyê bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra dide û di vê çarçoveyê de dê di hemû waran de li ser alîkarî û piştevaniyê berdewam be û pesna rola Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan û têkşikandina DAIŞê de kir û giringî da rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê bilind nirxand.

Her du aliyan behsa tevger û hewlên xwerêkxistina DAIŞê kir û hevfikir bû ku hêşta li ser ewlehiya û aramiya Ira, Sûryê û navçeyê metirsiyek rasteqîne ye. Ji ber vê yekê dê piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be û tekez li ser wê yekê kir ku Iraq tevlî pirsgirêk û aloziyên navçeyê nebe.

Pêşhatên dawî yên rewşa herêmî û bi taybetî guhertinên li Sûryê qewimîn û bandorên wan û li ser navçeyê bi giştî û komek mijarên ku xwedî berjewendiya hevpar in, mijarên din yên civînê bûn

Back to top button