Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serok û Endamên Dadgeha Pêdaçûnê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 13.02.2024ê, digel Serok, Cîgirên Serok û Endamên Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê da ku, birêz Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû, pirsa paşxistina biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya di derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û aliyên destûrî û yasayî û lêkeft û encamên wê hatin gotûbêjkirin.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku, Serokayetiya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dê hemû rêkarên destûrî û yasayî yên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werbigrin û di vî warî da dîtin û nêrînên beşdarên civînê bi girîngî hatin wergirtin û dê bi ciddî kar li ser bê kirin.

Back to top button