Nivîsar

Heft çîrokên hirçê

Siyaseta bi zimanê Tirkî, xwedûrxistin û xwelîlêderneketina zimanê Kurdî, siyaseta demokratîzekirin û Tirkîyeyîbûnê berê Kurdan daye asîmîlasyonê.

Nûrî Çelîk

Êdî bi dubare û dehbarekirinê mû bi zimanê me ve hat. Lê dîsa jî hest û wîjdan dibêje bêje û binivîse.

Çawa ku ziman lebat û haceta herî girîng ji yên laş û bedena insên e, zimanê milletekî jî hebûn û tunebûna wî ye, nasname û nîşana wî ya hebûna li dinyê ye. Tiştê ku insanan ji hev cuda dike ne reng û bejn û bal e, ziman e. Heger zimanê milletên dinyayê yek ziman bûya, kesî dên û bala xwe nedida rengên wan. Her millet bi zimanê xwe tê naskirin û bi zimanê xwe milletek cuda ye.

Cudabûn û parçebûna zimanê Kurdî, cudabûna alfabeyên Kurdî, bandorek neyînî li yekîtî û hestên milletê Kurd kiriye û dike. Yekîtîya milletekî bi yekîtîya zimên pêk tê û wî li ser lingan dihêle. Yekîtîya zimên hest û hişmendîya netewî xurttir dike û Kurdan bi hev dihûne. Cudabûn û zimanekî parçebûyî hem millet ji hev dûr dixe, hem jî di pêşîya yekbûna welatê wî de dibe asteng. Pirbûna zarava û parçebûna zimanê Kurdî bikî nekî bandorek neyînî li hest û hişmendî, li yekîtî û yekrêzîya Kurdan dike, giyanê Kurdan ji hev tar û mar dike.

Asîmîlasyon parçeyek ji tunebûna zimanekî yekgirtî ye. Tunebûna dem û dezgehên netewî, tunebûna dewletek serbixwe bandorek mezin li vê yekê dike û rê ji asîmîlasyonê re vedike. Tunebûna dewletek derbixwe tunebûna dem û dezgehên netewî ye. Tunebûna dem û dezgehên netewî tunebûna derfetên perwerde û xwendin û nivîsandinê ye. Tunebûna derfetên xwendin û nivîsandinê jî jar û lawazbûna zimên e, seqetbûna zimên e. Tunebûna dewletek serbixwe tunebûna zimanê perwerde û zimanê bazarê ye. Tunebûna serdestîya zimanê bazarê mirina zimên e. Zimanê perwerde û bazarê kîjan ziman be, ew ziman serdestîyê li civak û millet dike û zimanê wê civak û wî milletî pê dide jibîrkirin. Sedemek asîmîlasyonê jî ev e.

Sedemek din ji ya asîmîlasyona Kurdan ziman û hest û helwesta partî û siyasetmedarên Kurd e. Bi taybet ew partîyên ku îro li bakur li ser navê Kurdan serkêşîyê dikin bi taybet (PKK, HDP, DEM) rolek sereke û pir mezin di asîmîlekirina Kurdan de lîztine. Siyaseta bi zimanê Tirkî, xwedûrxistin û xwelîlêderneketina zimanê Kurdî, siyaseta demokratîzekirin û Tirkîyeyîbûnê berê Kurdan daye asîmîlasyonê. Evê yekê bi qasî asîmîlasyona dezgehên dewletê zirar daye Kurdan û zimanê wan.

Îro dersa bijarte ya Kurdî di rojevê de ye. Gelek kes û hinek dezgehên Kurdî banga xwedîlêderketina dersa bijarte ya zimanê Kurdî dikin û dixwazin Kurd zarokên xwe bişînin wan dersan. Ev mijarek hem baş û hem jî xirab e.

Kurd milletek e û bi hezarê salan li ser xaka xwe dijî. Ji derve nehatine û ne penaberên xaka xwe ne. Dersa bijarte ji bo zarokên kom û kêmneteweyên ku ji derve hatine welatekî tê dayîn. Kurd ne koçber û penaber lê xwedîyê wê xakê ne, yanî xwedîyê Kurdistanê ne. Dersa bijarte ji bo wan tê wateya koçber, penaber û kêmneteweyê ku hatine li Tirkiyê bi cîh bûne. Dewleta Tirk bi dayîna dersa bijarte hem Kurdan wek milletekî biyanî û dereke dibîne, hem jî zimanê wan ê qedîm wek zimanekî ku tunebe û ji nû ve bi wan bide hînkirin wek diyarî dide wan. Ev yek hem pêlîztin û binpêkirina kesayetî û şexsîyeta Kurdan e, hem jî înkarkirina wan e.

Bêguman di vê pêvajoya ku zimanê Kurdî ber bi windabûnê ve diçe û asîmîlasyonek xurt heye, meriv nikare çavên xwe ji dersa bijarte ya Kurdî re bigire. Her çiqasî gavek piçûk be jî kar e û ne zirar e. Her zarokê ku hînî zimanê xwe bibe ji pêşeroja zimanê Kurdî re baş e. Wek dibêjin, têr nake lê dîsa jî erê. Yanî ji tunebûnê çêtir e.

Partîya HDP û niha jî DEM, bi dehsalan e ku di meclîsa Tirkiyê de ne. Piştî hilbijartinên 2015an 102 şaredarî bi dest xistin. Ji wê rojê û heta îro, ne di meclîsê de û ne jî li derveyî meclîsê tu gavek berbiçav ji bo zimanê Kurdî neavêtin. Ji xeynî çend daxuyanîyên şahîk tu çalakîyek girseyî li dar nexistin, li meclîsê tu dezhek ji bo zimanê Kurdî ava nekirin, tu pêşniyaz û pêşnûme pêşkêşî meclîsê nekirin. Tenê bi devkî û bi çend daxuyanîyan doza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin û hew. Doh jî ji bo zimanê Kurdî gavek berbiçav neavêtin, îro jî navêjin.

DEM partî dibêje ku „ew li hember dersa Kurdî ya bijarte bi temkîn in û zêde serê xwe pê naêşînin. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê“.

Ev gotin sedî sed rast in. Lê gava gotinek rast be û meriv ji li gor wê gotinê nelive û tiştekî neke, ew gotin dibe vir û derew.

Divê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê piştî Tirkî zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê (wek başûr). Lê rayedarên DEM partîyê ewqas sal in di meclîsê de ne, 5-6 milyon dengê Kurdan distînin. Baş e, madem hûn doza zimanê fermî û perwerdeyê dikin, we ji bo wê çi kir û hûn çi dikin? Ne tiştek! Hem hûn tiştekî ji bo zimanê Kurdî nakin, hem jî hûn dijatîya dersa Kurdî ya bijarte dikin. Rehmetî Prof. Kadrî Yildirim di hevpeyvînek xwe de rexne li partîya xwe HDP girtibû û gotibû, „min sê salan da dû wan, min ji wan re got ewqas dezgehên me hene, werim em di meclîsê de dezgehekê ji bo zimanê Kurdî ava bikin lê kesî xwe neda ber“. Ev yek jî dide xuyakirin ku tu derdekî serokatîya DEMê û Kurdî bi hev re tuneye û asîmîlasyon ne di xema wan de ye.

DEM bi qotinên qelew Kurdan manîpule dike, dixapîne û ragihêje kevirê giran. Kevirê giran jî bêguman ne nîşana lêdanê ye. Ji bo hilbijartinê be yan nebe, meşa ku HUDA-PARÊ li Êlihê ji bo dersa bijarte ya Kurdî li dar xist gavek erênî û baş bû. Ji HUDA-PARê zêdetir erka DEM ê ye ku ji bo zimanê Kurdî derkeve kuçe û kolana û biqîre. Lê wê jî nake. Dikarin ji bo jin, jiyan, azadî û ji bo Ocalan bi rojan bimeşin, lê ji bo Kurdî û li dijî asîmîlasyonê bi qasî HUDA-PARê jî ne hesas û ne xwedî helwest in. Mesela DEMê wek mesela hirç û hirmîyê ye. Dibêjin heft çîrokên hirçê hebûn hemû jî li ser dara hirmîyê bûn.

Werhasilî kelam, li vir bar û erka herî mezin dikeve ser milê bingeha partîya DEM ê. Kurdên welatparêz ên ku barkêşîya serkêşên DEMê dikin, divê xwedî li ziman û nirxên xwe derkevin, serkêş û rêvebirên xwe rexne bikin, zorê li wan bikin ku hem li meclîsê hem li derveyî meclîsê ji bo zimanê Kurdî gavên berbiçav û pêbawer bavêjin.

Back to top button