Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Yekîtiya Ewrupayê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 08.03.2023ê, pêşwaziya şandeke Parlamentoya Ewrupayê bi serokatiya Xanim Sara Skyttedal kir.

Di civînê da, her du alî behsa pêşxistina hevkarî û têkeliyên Parlementoya Yekîtiya Ewrupayê digel Parlementoya Kurdistanê kirin û li ser peywendiyên di navbera Yekîtiya Ewrupa û Herêma Kurdistanê da danustandina bîr û ramanan kirin.

Şandeya mêvan rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê da û aştî, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekez li ser wê yekê kirin ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo aramiya navçeyê û Yekîtiya Ewrupayê giring e. Her di vê çarçoveyê da tekîd li ser parastina asayîş, aramî û serweriya Iraqê ji her gefekê kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Yekîtiya Ewrupayê, di hemû waran da, ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe digel Yekîtiya Ewrupayê pêşde bibe û ji pisporên welatên Yekîtiya Ewrupayê sûd werbigre ku, Herêma Kurdistanê pêwîstî pê heye.

Di civînê de her wiha pêşhatên rewşa herêmî bi giştî hatin gotûbêj kirin.

Back to top button