Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 27.04.2022 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeka bilinda diplomasî û serbaziya Amerîkayê ya bi Serokatiya xatûn Dana Stroul Cîgira Alîkarê Wezîrê Derveyê Amerîkayê yê Karûbarê Rojhilata Navîn kir. Şanda Amerîkayê ji; Matthew Tueller Balyozê Amerîkayê li Iraqê, Matthew Trollinger Cîgirê Rêveberê Karûbarên Siyasî û Leşkerî ya li hêzên hevbeşên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û çend berpirsên siyasî û leşkerî pêkhatibûn.
Di destpêka civînê da, xatûn Stroul tekîd li ser vîsyon û siyaseta Amerîkayê kir ku dê berdewam di warê siyasî û leşkerî da alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin, pêşxistina karê bi hevra û alîkariyên hevbeş di navbera her du aliyan da, herwesa bi navê welatê xwe rol û qurbaniyê Pêşmerge di şerê dijî Daîş da bilind nirxandin.
Serokatiya Herêma Kurdistan – Iraq