Serok Nêçîrvan Barzanî: Destûr divê piştrastiyê bide hemû Kurdistaniyan

 Li Konferansa Yekrêzî û Destûrê da ku ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê ve li Hewlêrê hatibû rêkxistin, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî li panela dawiya konferansê da kir û têda balkişand li ser çendîn pirsên di derbarê destûr û rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê.

Di destpêkê de li bersîva pirsiyarek ya di derbarê dîtin û nêrîna rêzdar ya di derbarê wan guftûgoyên li konferansê da hatin pêşkêş kirin, her wiha tevgerên siyasiyan bi mebesta yekrêziya aliyên Kurdistaniyan û pirsa destûr, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Di destpêkê de dixwazim spasî hemû amadebûyên birêz bikim ku bi axaftin û nêrînên xwe vê konferansê dewlemend kirin. Spasî birêz Serokê Hikûmet û Serokê Parlemen dikim, her wiha spasiyeke taybet ji bo Nûnera Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ku bi beşdarîkirina wê ya li vê konferansê da û mayîna wî ya dema dûr û dirêj li gel me her ji sibehiyê ve, nîşaneyekî diyare ji bo piştgîrî û ciddiyeta proseya siyasî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê jî, gelek spas”.

Li berdewamiya bersîvên xwe da rêzdar ragihand “Bêguman gelek axaftin li ser pirsa yekrêzî û destûrê hate kirin, hinek ji wan axaftinan ewên ku bi hêvîbûm pêşkêş bikim, her ji sibehiyê ve beşekê cenabê Serokê Hikûmetê birêz Mesrûr Barzanî û beşeke din jî xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemenê pêşkêş kirin. Ewê ku dixwazim li ser pirsa destûrê behs bikim, destûr amraze ji bo armancek, gelo armanca me li pirsa nivîsîna destûrê çiye? Dixwazîn çi armancek pêkbînîn? dixwazîn ji nivîsîna wê da çi bikîn? Me destûr ji bo eweye sîstema siyasî ya li Herêma Kurdistanê rêkbixîn, me destûr ji bo eweye li vî welatî da yasa serwer bê, me destûr ji bo eweye hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê li vî welatî de hest bi aramiyê bikin, hest bi paşerojeke baştir ji bo xwe û nifşên piştî xwe jî bikin. Armanca nivîsîna destûrê eweye pirsa welatîbûnê biparêzê ku girîngtirîn armance li nivîsîna destûrê da. Li Iraqê bi awayeke giştî me cûdahiyeke zêde heye, li Herêma Kurdistanê jî me heye, ew pêkhatên li Herêma Kurdistanê ne, em ji wan re nabêjîn kemîne, ji ber ku xweşikiya Kurdistanê li wê mozaîka pêkvejiyanê daye ku em hemû pêkve li vî welatî da dijîn, xweşikiya Herêma Kurdistanê li wê yekê daye.

Bi bîra we tînim sala 2014 ku Da’îş ber bi Herêma Kurdistanê ve hat, Serokê wê demê yê Amerîka axaftinek kir û piştgîriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û got (Pêkvejiyan heye), ew tişta ku pêwîste berdewam şanaziyê pêve bikîn eweye ku pêkvejiyan li vî welatî da heye, xweşikiya Kurdistanê li wê yekê daye ku hemû ew neteweyên li Herêma Kurdistanê dijîn, em hemû Kurdistanîne. Bêguman pêwîste ev destûr piştrastiyê bide van pêkhatan, ew axaftinên îro li vê konferansê da hatin kirin bi taybetî ew panêla ku berî ya me birêveçû yê wan neteweyên li Kurdistanê dijîn, ewê nîşan da ku heta niha piştrast nînin. Destûra Herêma Kurdistanê divê piştrastiyê bide vî xelkî. Destûra Herêma Kurdistanê her wekî xanima Rêwaz Fayiq jî behs kir, bi spasiyê ve li Parlemena Kurdistanê destpêkir û piştî wê li gel me jî behs kirin. Niha rûne ku pêwîstiya me bi wê zêdetir li ser vê babetê li gel hêzên siyasi û civaka medenî bipeyvîn, ji ber ku destûr her wekî birêz Serokê Hikûmetê vê sibehiyê balkişand ser û dixwazim dûpat bikim ji bo yek partiyê nîne, destûr ji bo yek netewe jî nîne, destûr ji bo yek pêkhateyek jî nîne, destûr ji bo wan hemû Kurdistaniyane ku li Herêma Kurdistanê da dijîn, ji bo wê yekê divê rengvedana wan dîtin û nêrînan û girîngîpêdana wan hemû pêkhatan bê ku li Herêma Kurdistanê dijîn û eve jî girînge. Li Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi hevkarî li gel Parlemena Kurdistanê û Serokayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi wê yekê dikîn ku hengavên kirdarî ji bo nivîsîna destûrê bavêjîn. Me hinek ji aliyan dîtiye, lê belê geşta me hê jî bi dawî nebûye û serdana aliyên din jî dikîn û li ser vê pirsê gelek bi ciddî radiwestîn, dixwazîn destûrek bê ji bo Herêma Kurdistanê ku cihê piştrastî û hêviya hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê be”.

Di derbarê pirsa yekrêziyê jî birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir “Yekrêzî tişteke gelek gelek girînge, li dîroka xwe da û li wan wêstgehên ku pêkve bûyîn, bêguman wekî partî cûdahiyên me geleke, lê belê divê li ser yek tiştê rêkbikevîn, nefesek ku me hemûyan kombike. Yek tişta ku me hemûyan kombike. Wekî mînak ku şerê Da’îşê bû, Pêşmerge ew nasname bû ku hemû Kurdistaniyan li dewrûbera xwe komkir û şerefeke mezin bû, li wê şerê da kes negot eve Yekîtiye û eve Partiye û eve Gorane û eve Mesîhiye û eve Êzîdiye, hemû aliyek pêkve berevaniyê li Kurdistanê kirin, Pêşmerge bû bi sembol û nasnameya niştimanî, pêwîste zêdetir wê yekê pêş bixîn û hewl bidîn nasnameyek li Herêma Kurdistanê ji bo xwe dirust bikîn ku em hemû aliyek li ser rijd bîn, dibe ku destûr yek ji wan dergehan be û ji wan tiştan bê bizanîn hem erkên me çiye û hem mafên me çiye, eger hemû aliyek eve zanîn, dikarîn çemka welatîbûnê li vî welatî da zêdetir pêş bixîn. Pirsa wan prensîpên heta niha Herêma Kurdistanê parastiye, bila temaşa wan qonaxan bikîn, her li sala 1991 ve ku bereya Kurdistanî hate avakirin û hemû hêz têda beşdar bûn, me karî destkeftên mezin bi dest ve bînîn, ji ber ku pêkve bûyîn.

Li qonaxên dinê piştî wê, li nivîsîna destûra Iraqê da pêkve bûyîn, li şerê Da’îş da pêkve bûyîn, heta radeyeke zêde pêkve bûyîn, li vê dawiyê jî hinek ji wan tiştên li Parlemena Iraqê da hatin encamdan pêkve bûyîn û me karî hinek destkeftan bi dest ve bînîn, lê belê pirsiyar eweye gelo erkê yekrêziya me temam bûye, yan divê zêdetir pêş bixîn? Divê wê rastiyê bizanîn ewê li destûra Iraqê da jî ji bo Herêma Kurdistanê çespaye, belgeyekî gelek girîngê dîrokiye, piştî salên heftihan take belgeyekî dîrokiye bi destê me ve bê, destûra Iraqe ku piştî sala 2003 hate nivîsîn, lê belê bila em hemû yek pirsiyarê li xwe bikîn, gelo li sala 2003 ve heta îro Bexda destûra Iraqê û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bi cîh kiriye? li hemû rûyek ve qet nekiriye. Me sala 2003 ev rewş hebû, ewe nîne bibêjî piştî rûxana rejîma berê tiştek zêde bûye, lê belê eger pirsiyar li hemû Kurdistaniyan bikîn û bibêjîn gelo hûn ji paşeroja xwe piştrastin li vî welatî de? ez bawerim hemû pêkve dibêjin: Nexêr! ji ber ku heta niha jî gelek mixabin zêdetirê wan maddeyên destûriyên ku peywendiya wan bi Herêma Kurdistanê ve heye, nehatine bi cîh kirin.

Çawa ew madde têne bi cîh kirin?? Çawa ev destûr tê bi cîh kirin? yekem merca bi cîh kirinê û merca ewê ku ji bo wê hewl bidîn eweye divê pêkve bîn, bi vê berbelavbûnê ne dikarîn yarmetiya xwe bidîn û ne dikarîn yarmetiya Iraqê jî bidîn. Îro gefên mezin li ber Herêma Kurdistanê da heye, li ser budce rêkeftîn, ewe cenabê Serokê Hikûmetê li vire û birêz Cîgirê Serokê Hikûmetê jî li vire, heta niha hîç tiştek nehatiye bi cîhkirin, heta niha Iraq yek ji wan tiştên ku bi yasa hatiye kirin ji bo Herêma Kurdistanê bi cîh nekiriye. Wate ew erkên li ser milê me ye eweye divê pêkve bîn û yekrêz bîn, gelek li pêş me maye ku divê wê yekrêziya li Bexda bi cîh bikîn, baweriya me bi sîstema federalî heye, baweriya me bi wê heye ku kêşeyên xwe li çarçêweya Iraqê da û li gor destûra Iraqê çareser bikîn. Dixwazîn ew maddeyên destûriyên ku peywendiya wan bi Herêma Kurdistanê ve heye, bêne bi cîhkirin. Destûra Iraqê maf bi Herêma Kurdistanê daye xwediyê destûra xwe bê, ew destûra Herêma Kurdistanê divê destûrek bê wan bihayên Herêma Kurdistanê ku herdem şanaziyê pêve kirine ku pirsa demokrasî û azadiya raderbirîn ji wan prensîpanin û Herêma Kurdistanê li hemû cihên dinên Iraqê cûda kiriye, divê berdewam wan prensîpan biparêzîn. Li vir pirsiyar eweye gelo wekî hate behs kirin hîç destkeftek pêk nehatiye? destkeftên gelek mezin li sayeya xweragiriya xelkê Kurdistanê û xebata Pêşmerge û xwîna şehîdên me û keda wan bi dest aniye û ewê me hebûye kêm nîne, lê belê gelo hemû tiştek li vî welatî da temame û me hîç kêşeyek nîne? nexêr gelek kêşe heye, lê belê girîng ewe li pal wan kêşeyên li Herêma Kurdistanê hene, dibînîn li hinek waran da berev pêşveçûn heye, îro pirsa aborî kêşeyeke mezina vî welatiye, kêşeya darayî kêşeyekî mezine, li gel ewe da jî dibînîn Herêma Kurdistanê li gelek qonaxan da pêşketinên mezin bi dest ve aniye, eve jî li encama wê yekrêzî û pêkvebûnê ye bi dest aniye. Eve şanazî nîne ji bo tenê yek partiyê, belku şanaziye ji bo hemû gelê Kurdistanê û eger piştevanî û xweragiriya gelê Kurdistanê û têgihiştina mûçexorên Herêma Kurdistanê nebûya, zehmet bû Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarê heta niha berdewam bê. Ji wê nexweştir nîne ji bo her Serok Hikûmet û Cîgirê Serok Hikûmetek li cîhanê ku nekaribe pirsa dabînkirina mûçe bi tevahî bi cîh bike. Divê bizanîn erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkekî girane, raste berê kêşe hebuye û niha jî kêşe heye, lê belê birastî pêşketinên baş jî me bi dest ve aniye. Li pirsa şefafiyet û neft û hûrbîniya neft û budceyê da pêşketinên baş bi dest ve hatiye û bila em van tiştan kêm nebînîn.

Pêwîste ew hemû aliyên li Hikûmetê da beşdarin, hest bi erkê xwe bikin, divê hest bi wê yekê bikin ku beşekin ji proseya siyasî û biryardana li vê hikûmetê da, ji bo wê sedemê jî em dikarin pêkve kar bikin û nabê eger destkeftek hebû her aliyek bibêje ewe destkefta meye û dema rewş jî baş nebê bibêjin xetayê filan partiyê ye û xetayê filan kes û filan aliyane, gelê Kurdistanê bi rastî li wan diruşman têgihiştiye û dizanê. Divê em hemû pêkve vê qonaxa dijwara li pêşiya meye birêbikîn. Wê destûrê dinivîsîn, lê belê divê destûrek bê ku hemû alî li ser kok bin û divê wê yekrêziyê biparêzîn û li hewlên xwe de berdewam bîn heta ew destkeftên ku me hene li destûra Iraqê da bi cîh bikîn. Qonaxeke gelek hestiyar li pêşiya me ye, pirsa hilbijartina Iraqê jî li pêşiya meye, qonaxeke girînge û hemû alî mijulin xwe ji bo vê hilbijartinê rêk dixin, em jî li Herêma Kurdistanê eger berbelav bîn û her yek ji me aliyek de biçîn, nikarîn hîç destkeftek ji bo Herêma Kurdistanê û Kurdistaniyan desteber bikîn, lê belê eger em hemû pêkve bîn, bêguman dikarîn vê qonaxa dijwar, bi hêviya xwedê birêbikîn”.

Di derbarê aramiya siyasî û hewlên li navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê û berdewamiya hewlên wê û encamên wê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand “Bêguman hewlên me çi li navxweya Herêma Kurdistanê û çi li gel Bexda û çi li gel derve berdewam dibin. Li derve piştgîriyekî siyasiya mezin ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê heye, pêwîste ji bo xwe veberhênanê li vê piştgîriya siyasî da bikîn heta ku bikarîn kêşeyên xwe li gel Bexda li çarçêweya Iraq û li gor destûra Iraqê çareser bikîn.”

Her di derbarê piştgîriya siyasiya derve û axaftina xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ya li vê konferansê da û bandora wê ya li ser hengavên rêzdar li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Eşkereye erkên Neteweyên Yekgirtî li Iraqê çiye Jeanine xanim ku serpereştiya Nivîsîngeha Unami li Iraqê dike, erkê vê nivîsîngehê yarmetîdana Iraqiyane ji bo çareserkirina kêşeyên wan û bi spasiyê ve heta niha roleke erênî dîtine û hewlên ciddî jî daye ku kêşeyên di navbera Iraqiyan bi xwe bi hemû awayekê bêne çareser kirin. Li nameyek da ji bo Neteweyên Yekgirtî wekî Herêma Kurdistanê me daxwaz kiriye rola Unami zêdetir bê berceste kirin ji bo yarmetîdana çareserkirina wan kêşeyên li navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê da heye. Ewê mebesta me li encamê da em dixwazin, aramiya siyasî ya welate, bi bê çareserkirina wan kêşeyên ku hene, aramiya siyasî li Iraqê da cêgîr nabê, niha li wan navçeyên ku jêre dibêjin maddeya 140, Da’îş gelek ji berê çalaktire û berdewam hewlên zêdetir dide ji bo têkdana aramî û asayîşa li wan navçeyan, eger bixwazîn aramiya siyasî li Iraqê da pêkbê, pêwîste van kêşeyan çareser bikîn. Heta niha Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve li paşeroja xwe piştrast nîne, me pêwîstî bi piştrastbûnê heye, pêwîste Bexda û civaka navdewletî jî li vê çarçêweyê da zêdetir ciddîtir yarmetiya Iraqê bi awayeke giştî bidin, mebesta me tenê yarmetîdana Herêma Kurdistanê nîne, belku mebesta me yarmetîdana hemû Iraqe, kêşeyên Herêma Kurdistanê jî beşekin ji wan kêşeyên ku li Iraqê da hene û ji bo pêkanîna aramiya siyasî li Iraqê da çareserkirina wan kêşeyan gelek girîngin, bi taybetî jî Neteweyên Yekgirtî dikarin roleke zêdetir li vî derbarî de bibînin, bi rastî gelek spasî hemû rol û hewlên wan dikîn ku heta niha dîtine”.
Paşê amadebûyên panelê bi çend pirsiyar û têbîniyek beşdariyê kirin. Li bersîva pirsiyarek di derbarê wê yekê ku gelo xalên hevbeş ji xalên cûda yên li navbera aliyên Herêma Kurdistanê da zêdetire, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Belê li Herêma Kurdistanê xalên me yên hevbeş gelek ji xalên me yên cûda zêdetire û geşbînim ku dikarîn xalên xwe cûda jî çareser bikîn. Bêguman cûdahiya hizrî hizbî û hizbayetî li vî welatî da her dimîne û eve jî beşeke ji rewşa Herêma Kurdistanê. Bila tiştekî din behs bikim, berê ku kêşe li vî welatî da hebû, tirsa ewe hebû ji bo çareserkirina kêşeyan dest ji bo çekan bibin û şerê navxwe dirust bibe, bi rastî îro kêşeya me heye, lê belê kes bîra wê yekê nake rojek ji rojan çek dijî hevdû hilgirîn çi wekî partiyan û çi wekî aliyên din jî, raste me hê jî qonaxeke zêde maye, lê belê ev pirs bi xwe bi raya min pêşketineke, guftûgoyên siyasî me heye û axaftin jî heye, li gel hevdû teba nînin, lê belê li gel ewe da jî hîç aliyek li Herêma Kurdistanê bîra ewe nake ji bo çareserkirina kêşeyek hêvî bibe ber çek, ez bawerim eve li rewşa Herêma Kurdistanê da pêşketineke mezine”.

Li bersîva rûnkirineke birêz Rehman Xerîb Serokê Navenda Metro ya di derbarê bi naveroka destûra Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir “Hev rayê axaftinên Kek Rehman Xerîbim yên di derbarê destûrê. Hikûmeta Herêmê û Parlemena Kurdistanê û Serokayetiya Herêmê pêgirê wan prensîpane (azadî û demokrasî û mafên mirov û azadiya raderbirîn û medya) ku Kek Rehman behs kir û bi piştrastiyê ve em hemû ewe têdigihin û wan çemkan Herêma Kurdistanê parastine. Me şer ji bo azadiyê kiriye, gelê Kurdistanê şer ji bo azadiyê kiriye, diruşma yekema şoreş otonomî û demokrasî bûye. Bêguman demokrasî tiştek nîne û diyariyek niye welatek bide te û bibêje eve demokrasiye, belku proseyeke jiyane. Nabêjim demokrasî li Herêma Kurdistanê hîç kêmasiyek nîne, bêguman kêmasî heye, girîng eweye hêdî hêdî li ser proseya demokrasiyê berdewam bîn. Nikarîn demokrasiyeta Herêma Kurdistanê li gel demokrasiyeta welatên Rojava beramber bikîn û cûdaye, lê belê pirsiyara girîng eweye gelo em li ser rêyeke rastîn ber bi wê armancê? Ewe girînge, pêwîste li ser ewe berdewam bîn, ev welat û ev gelê ku şer ji bo azad û demokrasiyê kiriye, êdî ji bo paşve venagere û ewe dizanîn û hîç demek jî kêşeya me ewe nebuye, bi berevajiyê ve piştgîriya wan nêrînan dikîn, lê belê eger pirsiyar eweye gelo li Herêma Kurdistanê hîç kêşeyek nîne û hemû tiştek temame li vî warî de? nexêr kêşe heye, lê belê hêdî hêdî divê ew kêşe bêne çareser kirin. Proseyek heye, pêwîste ew prose berdewam bê ber bi wan armancên vî gelî ji bo azadî û demokrasiyet û serbixweyî hewl daye û têkoşînê ji bo wê kiriye, ji bo wê yekê li gel axaftinên mamosta Rehman kokîn”.

Di derbarê têbîniyeke beşdarbûyeke dinê panêlê ya di derbarê metirsiyên pêkhatekan û nehiştina wan metirsiyan li destûra Herêma Kurdistanê da, rêzdar got: “Divê destûrek bê nivîsîn ji bo rastiya niha ya Herêma Kurdistanê be, ew destûra dinivîsîn divê bercesteyê wê rastiyê bê ku li Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve me heye. Li vê konferansê da ku her îro sibehî ve destpêkiriye, li tirs û dilgiraniya hemû aliyek têgihîştîn, êdî ewên berevaniyê li elmaniyet û ewê berevaniyê li îslamiyet û ewê berevaniyê li pêkhatan û olan dike, heta radeyeke zêde ew xal cihê dilgiraniyê ne ku hatin behskirin û ewan hemûyan bi ciddî werdigrîn. Em heta radeyek çûne pêkhatek ku li cîhek zorînene mafê xwe birêvebirina wan hebê û kêşeya me li ser eve nîne, ezmûneke gelek serkeftî me hebû li Herêma Kurdistanê ku piştî sala 2003 me ji bo Deşta Nînowa Pêşmerge û Asayîşê neşand, me yarmetiyan wan pêkhatan da li wan tixûban wan bi xwe hêza xwe hebê û ew bi xwe navçeyên xwe biparêzin, bi rastî heta wê dema ku Da’îş jî hat gelek bi başî tixûbên xwe ji hemû tiştekê parastin. Mixabin ewê cenabê Ebûna Sako balkişand li ser, ew metirsî ciddîne li cem wan pêkhatan, wate guvaşeke zêde ji wan pêkhatên li wan tixûban tê kirin û nabê ewe bi kêm bizanîn. Herdem şanaziyê bi wê yekê dikîn ku Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê bûye. Serdana Papayê Pîroz ya Herêma Kurdistan û Iraqê, rengvedana wê ewe bû, cenabê Papayê Pîroz bi xwe wê biryarê da ku serdana Iraqê bike û li Iraqê jî serdana Herêma Kurdistanê bike, lê belê peyama wî peyama pêkvejiyanê bû, ew biha bûn ku em wekî Kurdistanî û Hikûmet û Parlemen herdem şanaziyê pêve dikîn û berdewam jî dibîn li ser van bihayan. Ew destûra ku hatiye nivîsîn û reşnivîsa wê heye, ji xwe mekanîzma bi destûrê hatiye nivîsîn, hinek wiha dizanin Parlemen destûrê dinivîse, nexêr lê belê mekanîzm rûne ku divê Parlemen wê erkê bi cîh bike, divê Parlemen lîjneyê ji bo wê deyne, lê belê merc nîne lîjne tenê ew bin ku li nav Parlemenin, divê ji bo nivîsîna destûrê pîspor û xelkên cûda têda hebê. Me reşnivîseke destûrê heye ku gelek tiştên baş têda heye û gihiştiye hinek tiştên gelek baş û pêwîstî bi dûvdaçûnê ye ku bi hêviya xwedê deng ji bo wê bê dayîn”.

Li bersîva pirsiyarek di derbarê ewê ku aliyên Herêma Kurdistanê her yek bi xwe dixwazê li ser pêverên xwe destûrê binivîse û cihê pêverên wan têda bê vekirin, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Li panêla yekem axaftinên baş hate kirin, hinek axaftinên erênî hate kirin û hinek nêrînên baş li wê panêlê da hatin behs kirin û hinek jî ji wan keşûhewaya hilbijartin û propagandaya hilbijartinê têda hebû ku ez bawerim eve jî tişteke asayîye û girîng eweye dikarîn wan hemû tiştan li cihê xwe de bersîvê bidîn. Li rastiyê da nabînim kêşeyekî gelek mezin li pirsa nivîsîna destûrê da hebê, girîngtirîn tişt eweye ew destûra tê nivîsîn heta radeyekî zêde rengvedanê dixwaze û daxwaziyên hemû pêkhatên gelê Herêma Kurdistan be û ez bawerim eve ji hemûyan girîngtire, wekî min behs kir destûr ji bo partiyek nayê nivîsîn, belku ji bo Herêma Kurdistane û ji bo ewe ye jî ku em tiştan rêkbixîn, dibe ku çend salekî din destûr bê hemwar kirin, lê belê ji bo niha ya Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi nivîsîna vê destûrê heye heta ku karên xwe rêkbixîn. Proseya hukimranî û milletsazî proseyeke bi sal û zeman diçe. Eger temaşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikîn her li sala 1992 ve heta 2003 me hilbijartinê encam daye û li rêya sindoqên dengdanê me Parlemenê damezrandiye ku îro salvegera yekem hilbijartina Herêma Kurdistanê bû, wate ji wê demê ve biryar li ser ewe buye Herêma Kurdistanê kêşeyên xwe li rêya sindoqên dengdanê ve yek alî bike, her li sala 1992 ve heta niha ev prose berdewam buye, berdewam jî dibe. Ji bo Herêma Kurdistanê pirsa xwebirêvebirinê destpêkek bû. Li bîra mine sala 1991 li Bexda hemûyan gileyî li ser yek xalê dikirin û digotin Herêma Kurdistanê nikarê xwe birêve bibe û neçar dibin tên destê me jî maç dikin û daxwaz ji me dikin vegerîn Kurdistanê û hukim bikîn, ji wê demê ve heta niha dibînîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezra û kabîne li pey kabîne, kêşe hebûye û pêşketin hebuye û kêmasî hebuye û demokrasiyet wekî pêwîst nebuye, lê belê berdewam buye û tişt ber bi xeraptir neçûne û nabê ber bi xeraptir jî biçin û divê li hemû rûyek ve van tiştan ber bi baştir ve bibîn. Kabîneya pêştir ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek tiştên baş kiriye û hinek tiştên xerap jî kiriye, kabîneya berî wê jî her wiha buye û ev kabîne jî wiha dibê û piştî wê jî her berdewam dibê, ewê ku dimînê ev gele, ev welate ku dimîne, ev nifşe ku piştî me jî divê hewlên ciddî bide ji bo parastina wan destkeftên gel bi navê wê da xebatê kiriye, bi vê navê da xwîn rijandiye, bi vê navê da gelek êş û azarê ditiye. Eger pirsiyar li her yek ji wan birêzên li vir rûniştine bikîn, her yek ji wan çîrokeke ji êş û bêbextî û nexweşiyê heye ku li ser wan hatiye, mebesta min eweye em hemû beramber vê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê berpirsîn û kesek ji me beder nîne û pêwîste pirsa çemka welatîbûnê li Herêma Kurdistanê da li ser rûyê hemû tiştek ve bê û tenha dergeh û rêye ku Herêma Kurdistanê ber bi pêşve dibe”.

Li dawiyê da birêz Nêçîrvan Barzanî got: “Spasiyeke taybetî li Zanîngeha Kurdistanê û Serokê Zanîngehê dikim ji bo rêkxistina vê konferansê, ez bawerim konferanseke baş bû û bi wan dîtin û nêrînên ku têda hatin pêşkêş kirin, hate dewlemend kirin. Bi hêviya xwedê û hemû aliyek bixêr û bixweşiyê da bimînin. Gelek spas”.

Nerîna min :