
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand divê Rêveberiya Xweser di mijara dayîn û gotûbêjkirina biryaran de zelal be.
Îro roja pêncşemê 20.05.2021ê Mezlûm Ebdî, derbarê nerazîbûna xelkê ji biryara 119an û betalkirina biryarê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Hevkariya avaker a ku me di navbera Rêveberiya Xweser û gel de di çend rojên dawî de dît, piştrast dike ku em li ser rêya rast in ji bo avakirina pêşerojeke guncaw.”
Herwiha Ebdî got: “Em tê digihêjin ku rêveberî hewl dide giraniyê bide hin xizmetên lezgîn ên mîna kahrebe, av, perwerde û tenduristiyê. Lê pêwîst e di mijara dayîn û gotûbêjkirina biryaran de zelal be.”
Fermandarê HSDê Ebdî bang li gel kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li derdora saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin û piştgiriyê bidinê da ku bi erka xwe rabe. Herwiha em ji gelê xwe dixwazin ku ji şaneyên ku hewl didin bawerî û istîqrarê li herêmê têk bibin, hişyar be.”
Rêveberiya Xweser duh li ser xwesteka gel, biryara 119an a derbarê bilindkirina buhayên sotemeniyê, betal kir.