Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya şîva salvegera 50 saliya Korbenda Aboriya Cîhanî kir

Êvariya îro sêşem 21/01/2020 li yekem roja çalakiyên Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Davosê, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serok û serkirde û berpirsên bilindên welatên cîhanî, beşdariya şîvek da kir ku ji aliyê birêz Klaus Schwab Damezrênerê Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos û xanima wî Hilda Schwab li salvegera pêncih saliya damezrandina Korbendê ve hatibû rêkxistin.

Li gotarek da birêz Klaus Schwab bi xêrhatina mîhvanan kir û xweşhaliya xwe bi beşdariya serkirdeyên ‌cîhanê ya li salvegera pêncih saliya dame‌zrandina Korbenda Aboriya Cîhanî û berev pêşvebirina korbendê derbirî.

Her li dema şîvê de Serok Nêçîrvan Barzanî çav bi hejmarek ji beşdarên korbendê ket.

 

Nerîna min :