Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima yekbûna Almanyayê dibe

Îro danê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasima ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Bexdayê ve hatibû organîzekirin, kir.

Di merasima han de ku hijmareke berpirsên payebilind ên hikûmet û partiyan, dîplomat û mêhvan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî di helkefta pîroz kirina salvegera han de spasiya hevkarî û piştgîriya Almanya li Herêma Kurdistanê kir û spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Almanyayê kêfxweşî û pêzanînên xwe ji bo beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî di merasimê de nîşan da û tekez li ser piştgirî, peywendî û dostayetiya welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir.

Back to top button