Civak
Serok li eniya şer bû
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana eniyên şer li Mêhwera Başîkê kir û ji nêzîk ve rewşa çeperên bergiriyê û rewşa pêşmergeyan şopand. Fermandeyekî pêşmerge jî got, Barzanî ji me re got: “Ji bo her eger û bûyerekê amade bin.”Mesûd Barzanî ku hevdem Fermaneyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê ye, îro sêşembiyê serdana hêzên pêşmerge li Mêhwera Başîkê kir.Fermandeyê Lîwaya 7 a Bejayî ya Wezareta Pêşmerge, lîwa Behram Erîf Yasîn di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, îro sêşembiyê 2ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê serdana sengerên hêzên pêşmerge li Mêhwera Başîkê kir.
Behram Erîf Yasîn got, Barzanî ji fermandeyên pêşmerge re ragihand, mebesta wî ji serdana eniyên şer ji bo agahdarbûn û zanîna rewşa pêşmergeyan bûye.Erîf Yasîn herwiha destnîşan kir: “Barzanî ji me re got, ku heyamek bû ji ber kar û mijûliya bi xebatên siyasî, nekariye serdana Pêşmerge bike, ji ber wê jî bi baş zaniye ku careke din ji nêzîk ve serdana hêzên pêşmerge li çeperan bike.” Bi gotina wî fermandeyê pêşmerge, Barzanî gotiye: “Pêwîst e em berdewam ji bo hemû pêşhatan amade bin, çimku piştî şerê DAIŞê renge bûyerên nû rû bidin.”Ji ber şerê DAIŞê, hêzên pêşmerge li sînorekê bi dirêjahiya 1050 kîlometrî çeper girtine û ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê û ewlehiya welatiyên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne.Rudaw