CîhanPolîtîk

Kurdistan: Em rê bi destwerdana ti aliyekê nadin

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî di daxûyaniyek ya xwe de behsa referanduma Kurdistanê kir û got : “Kurd beşekî giringê Iraqê ne û di çarçoveya destûr û yekparçeyiya xaka wî welatî de xwediyê mafên xwe ne, lê belê nabe ku li dijî yekparçeyiya xaka Iraqê rawestin û dijatiya serweriya Iraqê bikin û yekparçeyiya Iraqê qebûl nekin. Ew gotin û besh tiştên nû nînin, berê jî ew gotin hebûn, lê belê Îran piştevaniyê li yekparçeyiya xaka Iraqê dike û li dijî her cudabûnekê li wî welatî dirawaste û ez di vê baweriyê de me, ku ew dengo heta dawiyê ji rastiyê dûr in.”Li himber vê daxûyaniya Îranê hukumeta Kurdistanê bê deng nema û  Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dilgiraniya  Kurdistanê ji ber vê helwesta Tehran da xûyakirin û got: “Mafê çarenivîsê weke hemû gel û netewên din ên cîhanê, mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye, ku gelek qurbanî jê re daye û di vê xebatê de jî ji bo gihîştina bi xwastek û armancên xwe yên rewa berdewam dibe.”Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Her weke ku pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihandiye, mijara referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê, mijarekî navxweyî yê Iraqê ye. Bo vê mebestê jî bi rêya gotûbêj û ji hev têgihîştinê ev mijar li gel hikûmeta federalî ya li Bexdayê tê gengeşekirin û biryar li ser tê dayîn. Her ji ber wê jî, derveyê vê çarçoveyê em her daxuyaniyek din red dikin û tekez dikin, ku em rê bi destwerdana ti aliyekê nadin.”

Back to top button