Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Tony Blinken Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Brett Mcgurg Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da’îş û Douglas Silliman Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê û General Steven Dawnsend Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîka pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka silavên Serok Obama û Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka bi Serok Barzanî gihand û spasî rol û qehremaniya hêzên Pêşmerge kir û pêzanînên xwe yê serkirdayetiya Serok Barzanî ya li mîsogerkirina serkeftinan li dijî terorîstên Da’îş hebû û ragihand bi sedema azayetiya Pêşmerge pêşketineke ber bi çav li şerê dijî Da’îş bi dest hatiye.



