Serok cejna remezanê li gelê Kurdistanê pîroz dike

Bi minasebeta cejna remezana pîroz, serokê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bi germî cejna Remezanê li xelkê Kurdistanê pîroz dike.
Ev li jêr teksta peyama serokatiya hikûmeta Kurdistanê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Iraq û cîhanê bi giştî û misilmanên Kurdistan û hêz û aliyê siyasiyan û malbatên serbilindên şehîdan bi taybetî dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û ta’et û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê sedema xêr û xweşî û pêkanîna hêvî û armancên zêdetirê gelê me û Kurdistan jî bikevê qonaxêkî dinê avadankirin û binyadnan û pêşxistina giyanê birayetî û tebayî û pêkve jiyan û pêkanîna mafê destûriyan û derbasbûna ji hemû kêşe û gîr û giriftan û pejirandina Iraqekî Federal û Demokrat.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29 Remezan 1433 Koçî
18 Tebax(Ab) 2012 Zayînî