Polîtîk

Di 10 salan de 934 leşkera "întihar" kiriye

Di derbarê mirinên bi guman yên leşkeran de, wezîrê parastina milî a Tirkiyê Îsmet Yilmaz agahî dan. Eşkere bû ku, di nav 2 sal û 6 mehan de 252 mirinên leşkeran qewimîne. Ji wan mirinana jê 175 mirinên leşkeran, di qeydan de wek “întihar” tatiye tomarkirin.

Parlementera Qersê a BDPê Mulkiye Bîrtane, mirinên bi guman yên leşkeran, anî rojeva meclîsê. Bîrtane, pêşniyar dabû wezareta parastinê ku di derbarê mirinên leşkeran de agahiyan bidin. Li ser vê pêşniyarê, wezîrê parastina milî a Tirkiyê Îsmet Yilmaz, agahî dan.

Di agahiyên wezîrê parastinê  de a herî balkêş ev bû ku, di 10 salan de, 934 leşkeran, bi îdiaya wan “întihar” kirine. Di navbera salên 2002 û 2012 an de, yanê di 10 salan de, 1470 personelên artêşa Tirkiyê jiyana xwe wenda kirine. 

Back to top button