Polîtîk

Li Cizîrê birayê parlementerê AKP'yî hate kuştin

Îro (18.08.2012) seet derdorê 18.15 an de, li navenda Cizîrê birayê parlementerê AKPê yê Şirnexê Mehmet Emin Dindar, Ramazan Dindar  rasta êrîşeke çekdarî a ku ji aliyê 2 êrîşkaran ve hatiye lidarxistin hat. Di encama êrîşê de Ramazan Dindar jiyana xwe ji dest daye. 

Danê êvarê li Cizîrê li Yenîçarşiyê, seet di 16.15 ande Ramazan Dindar, bi hevalê xwe Diyar Tanriverdi re dema digeriya rasta êrîşê tê û herdu jî birîndar dibin. Tavilê wana radikine nexweşxanê lê Ramazan Dindar nikare bê filitandin û jiyana xwe wenda dike.  Hevalê wî Diyar Tanriverdi, rewşa wî ber bi başiyê ve diçe.

Li gorî kesên ku govaniya bûyerê kirine, yên ku êrîş pêk anîne 2 kes bûne.

Hat îdiakirin ku, êrîşkaran hîn ku gule bernedabûne Ramazan Dindar, slogana “bijî PKK” avêtine.

Polîs di derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir ku ka bûyer siyasiye an na.  

Back to top button