Peyama Mesrûr Barzanî a cejna Remezanê
Mesrûr barzanî endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) û şêwirmendê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê li ser malpera xwe a facebookê, bi minasebeta cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî misilmanên Kurdistanê dike.
Şêwirmendê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê di peyama xwe de pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistanê, malbatên şehîdan û pêşmergeyê Kurdistanê dike û dibêje:
– Bi minasebeta hatina cejna remezana pîroz ji kûratiya dilê xwe ciwantirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşî misilmanên Kurdistanê, melbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyê xweragir dikim.
Mesrûr Barzanî di mesaja xwe de daxwazê ji Xwedayê mezin dike ku, rojî û taetê meha remezanê ji hemû aliyan qebûl bike û hevwelatî û mêvanên herêma Kurdistanê cejna remezanê di bin sîbera aram û emniyeta Kurdistanê de bi aramî derbas bikin:
– Ez hêvîdar im ku, ev cejne bibe derfetek din bo bihêzkirina aşitî û dosîniyê di navbera partî û aliyên siyasî û kesên civaka Kurdistanê de daku, dest li nav dest ji dil û nîyeteka paqij bo zêdetir xizmeta welatiyên xwe têbikuşîn.