Cîhan
Serok bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gihêşte firokxaneya Ataturk ya Stenbolê û ji aliyê Şêwirmendê Wezarta Derve yê Tirkiyê ve hate pêşwazîkirin.Biryar e, Serokê Herêma Kurdistanê li Stenbolê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bicive, ku pirsên serxwebûna Kurdistanê, şerê DAIŞê, operasyona Mûsilê û Reqayê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de tewerên sereke yên civînê dibe.Herwiha biryar e jî Serok Barzanî îşev bigihe Enqerê paytexta Tirkiyê û sibe ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive. Li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê bo pêşwazîkirina li Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî Ala Kurdistanê hilda.https://www.youtube.com/watch?v=WGrVZfnxRCg