Serok Barzanî xelata Aşitî û Çalakiya Dîplomasiyê wergirit

Îro şemîyê 07.05.2011 li çarçoveyê merasimeke taybet da,  profesor Robert Bendetson endamê borda zanîngeha Tufts (Tufts University) û endamê encumena birêvebirina (Institute For Global Leader Ship) a ser bi wê zanîngehê ve, xelata Aştî û Çalakiya Dîplomasiyê bi Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bexşî.

Di merasima xelatkirinê da, profesor Robert Bendetson gotarek pêşkêşî kir û got:
– Cîyê şanazî û şerefekî mezine ji bo min ku ez îro li Kurdistanê me û şanazî û şerefekî mezine jî ku ez bi navê zanîngeha (Tufts)ê vê xelatê, weke rêzlênan ji bo kar, xebat û afrandindên warê aşitiyê û çalakiyên diplomasî û herwesa xebatên berdewam ji bona çespandian demokrasiyê li Îraqê vê xelatê pêşkeşî serok Barzanî dikem.

– Bi çavên xwe me dît ku çawa bi hewldanên xwe hemû hêzên îraqiyan li Hewlêrê û paşê jî li Bexdayê komkirin û bi diblomasiyeta xwe jî karî bi awayekî serkeftî pêngavan berev paşarojê pavêje.

– Zanîngeha (Tufts) ku wekî mala serkirdeyên cîhanî hatiye naskirin, îro bi şanaziyê ve vê xelata Aştiyê dibexşe serkirdeyeke aştîxwaz ê wekî serok Barzanî ku bi siyaseta hekîmaneya xwe hemû aliyên îraqî pê dişêwirin û her bi wê siyaseta xwe jî karî aştî li seranserê Iraqê da bîne holê.

– Ev xelat salê carekê ji wan serkirde û kesayetiyên cîhanî tê dayîn ku rolekî berbiçav di warê aştî û çalakiyên diblomasî da dibînin. Îsal Encumena Borda Zanîngeha Tufts serok Barzanî ji bo wê xelatê hilbijart.

– Berdewamî pêvajoya avadanî û binyadnana bingeheke xurt, her wiha pejirandina aştî û demokrasiyê li herêma Kurdistanê da her du jî ji bo wê siyaseta hekîmaneya serok Barzanî ve vedigere. Ji bo wê yekê îro gelê Kurdistanê bi çavekî pir rêz û şanaziyê ve temaşa van karên serok Barzanî dikin û hêvîdarîn ev xelat bibe nîşaneyek di jiyana serok Barzanî û paşarojeke baş jî li benda herêma Kurdistane û cîhan jî bi çaveke sosret temaşa vê ezmûna herêma Kurdistanê dike.

Li beramber da, serok Barzanî spasî profesor Robert Bendetson kir û got:
– Cihê şanaziye ku îro profesor Robert Bendetson bi nûnerayetiya zanîngeha Tufts vê xelata pir biha pêşkêşî min dike û eve jî xelateke ji bo hemû take keseke vê Kurdistanê. Ez bi navê gelê Kurdistanê spasî zanîngeha (Tufts) dikim û herdem em hemû wekî gelê Kurdistanê şanaziyê bi xelatên bi vî awayî dikîn ji ber ku ew xelat taybete bi aştî û diblomasiyetê. Em gelê Kurdistanê gelek baş li bihayê vê xelatê têdigihîn. Gelê kurd bi dirêjahiya dîrokê rastî çendîn karesatan bûye her ji Enfal, komkujî, kîmyabaran, qîrkirin û wêrankirina gundan. Xebata gelê me herdem ji bo aştî û pêkvejiyanê bûye. Em şanaziyê jî bi vê xebata xwe dikîn ku herdem dûrî li tundutîjiyê bûye û ew xelata îro jî ji bo wê xebata pakij û bê mînak e. Îro tevahiya gelê Kurdistanê qedrê wê azadiyê dizane ku me bi destxistiye û soz jî didîn ku hem ji bo gelê xwe û hem jî ji bo gelên din bi berdewamî kar ji bo aştiyê bikîn.

Nerîna min :