
Roja çarşem 07.10.2020 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah Mîrê nû yê Kuweytê kir.
Li vê peywendiyê da Serok Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî ya wekî Mîrê nû yê Kuweytê pîrozbahiyê li Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah kir û li erk û karên wî da hêviya serkeftinê xwest.
Her li vê peywendiya telefoniyê da tekez li ser dostayetiya her du aliyan û berdewamiya peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê kir.