CivakRojev

Birînaîna Dr. Nuredin Zaza

Partiya Demokrata Kurdistana Suriye li Ewropa bi minasebeta 32 saliya koça dawî ya Dr.Nuredin Zaza, rewrismekîli dar têxe. Serokê Giştîyê PAKê Mustafa Ozçelik jî wexwendine vê rewrismê. Bi vê minasebetê Mustafa Ozçelik peyamek ji bo komiteya amadekirina rewrisma bîranina Zaza rêkir.

Peyam:

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya ji bo bibîranîna Dr.Nûredîn Zaza

JI KOMÎTEYA AMADEKAR  A BIBÎRANÎNA XWEDÊ JÊ RAZÎ DR.NÛREDÎN ZAZA

Birêzan

Jiber ku we em vexwendine vê bibîranînê, li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê ,  ez spasîya we dikim.

Weke ku hûn jî dizanin, nuha ji ber vê xeterîya pandemîya covid 19yê  qedexeya hat û çûyina Ewropayê heye.Mixabin ji ber vê yekê jî ezê nikaribim di rê û resma bîranîna xwedê jê razî Dr. Nûredîn Zaza de amade bibim.

Ez bi rêzdarî spasîya we dikim ku we  wek Partîya Demokrat a Kurdistan-Surîyeyê(PDK-S) ev bibîranîna li dar xistîye.

Dr. Nûredîn Zaza serokê damezrêner ê Partîya Demokrat a Kurdistan-Surîyeyê(PDK-S) bû.

Dr. Nûredîn Zaza, rêber, têkoşer, xebatkar û kedkarekî dilsoz û fedakar, çalak û jêhatî , welatperwer yê doza netewî ya miletê Kurd û yê  azadîya Kurdistanê bû.

Dr. Nûredîn Zaza ne bes sîyasetmedarek bû.Herweha ew kesayetekî pir mezîyet bû jî.

Dr. Nûredîn Zaza rewşenbîrekî zana, dûrbîn, têgihîştî bû.Ew zimanzan, edebîyatzan,  nivîskar, rojnamevan, lêkolînerek bû  ku her zanistî ji xwe re wek rêber bijartî bû.

Dr. Nûredîn Zaza di nav sîyasetvan, nivîskar, rewşenbîr û dîplomatên  Ewropîyan  jî de wek kesayetekî nûnerê gelê Kurd dihate nasîn û jê dihate hezkirin. Ew dîplomatekî welatperwer û bişexsîyet bû.

Bi minasebeta 32yemîn salvegera koça dawîya wî, ez rêberê welatperwer ê Kurd  Dr.Nûredîn Zaza bi giramî bibîr tînim.

Ez ji Bakurê Kurdustanê rêz û silavên xwe pêşkêşî malbata xwedê jê razî Dr.Nûredîn Zaza, pêşkêşî hemû rêvebir û endamên PDK-Syê û hemû kes û alîyên ku di vê rê û resmê de amadene dikim.

06.10.2020

Mustafa Özçelik 

Serokê Giştî yê PAKê

Back to top button