Polîtîk

Serok Barzanî û Jan Kubis civiyan

01.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.Li civînê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, xweşhaliya xwe bi birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê derbirî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û bi proseyekî serkeftî da zanîn.Her wiha, birêz Jan Kubis, rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê li vê hilbijartinê da wekî nîşaneya pêgihiştiya siyasiya xelkê Kurdistanê, nirxand û birêveçûna serkeftiya hilbijartinê jî wekî nîşaneyekî girîngê parastina bingehên demokrasiya li Herêma Kurdistanê de nasand.Her li vê civînê de pêşhatên siyasiyên dawî ya li nav proseya siyasiya Iraqê û hengavên dirustkirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de, nirxandin. 

 

Back to top button