Şandeke PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê

Şandeke Partiya Dmokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê.Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku bi serokayetiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeke PDKê gihîşt Bexdayê.Biryar e ku vê êvarê Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomariyê kom bibe. Heta niha tenê PDKê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwediyê berbijêrên serokomariyê ne.


