PolîtîkRojev

Serok Barzani û Helbûsî civiyan

Serok Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê civiyan û behsa dawî anîna astengiyên siyasî kirin.

Li gor daxuyaniya Baregayê Barzanî, îro 26.04.2022yê Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeyekî bilind a Hevpeymaniya Siyade kir.

Şande ji serokê Hevpyemaniya Siyade Xemîs Xencer, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û endamê Parlamentoya Iraqê Ehmed Cibûrî pêkhatibû.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî û şandeya Hevpeymaniya Siyade balkêşan ser rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û pirsgirêkên li pêş proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.

Di heman civînê de Serok Barzanî û şandeya Hevpeymaniya Siyade behsa hewldanên dawîanîna astenga siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kirin.

Back to top button