Polîtîk

Serok Barzanî û Generalê Amerîkî civînek saz kirin

Îro yekşem 15.02.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şandekî Hevbeşa Serbazî û Siyasî ya Amerîka kir ku ji General Joseph Votel Fermandeyê Operasyonên Taybetî yên Artêşa Amerîka û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek efser û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Fermandeya Operasyona Taybetên Artêşa Amerîka ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge û pêzanînên xwe yên ji bo azayetiya Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstên Da’îş nîşanda. Her wiha balkişand li ser hemahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û hêzên Pêşmerge de kir ku encameke baş pêkhatiye û bi berdewamî ev hemahengî li paşarojê jî da bi pêkve hengavên baş tînin. Fermandeya Operasyona Taybetên Artêşa Amerîka li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê barê giranê li şerê terorê da li ser milê Pêşmerge û Herêma Kurdistane wê yekê dûpat kir ku Artêşa Amerîka ewê ji şiyana xwe de hebê ji bo yarmetîdana Pêşmerge dike.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser canfedayî û qurbanîdana Pêşmerge ku karî li ser erdê ustûreya Da’îş têkbişkînê, ji bo yarmetîdana Pêşmerge spasî Amerîka û hêzên Hevpeymanan kir û palpiştiya asmanî ya hêzên hevpeymanan bi bandor wesif kir. Serok Barzanî balkişand li ser metirsiyên terorîstên Da’îş û wê yekê xiste rû ku teror metirsî û hereşeye li ser hemû aliyek û tu kes û aliyek nikarê vê şerê ji xwe dûr bike û ji metirsiyên wê bi dûr bê. Serok Barzanî di derbarê rûbirûbûna terorê de tekez li wê yekê kir ku pêwîste li ber çareseriya serbazî, şerê fikrî ya Da’îş jî bê kirin û çavkaniyên dahatiya wan bêne hişk kirin û rêya hatin û çûna wan bê girtin û azadiya hatin û çûna terorîstan li navbera welatan nabê li ser hesabê asayîşa cîhanî bê.

Her li vê kombûnê da hemahengî û hevkariya di navbera Herêm û Bexda ya li şerê terorîstan û rewşa meydanî ya bereyên şer û azadkirina Musil û navçeyên dinê Iraqê û hemahengiya hêzên Iraqiyan li şerê Da’îş de hatin axaftin.

Li beşekî dinê vê kombûnê da azadkirina Kobanê û rola hêzên Pêşmerge li Kobanê xistin ber behs û guftûgoyan û şanda mîhvan rola Pêşmergeyan li azadkirina Kobanê û palpiştîkirina hêzên Kurdan li Kobanê bilind nirxand û palpiştiya xwe ji bo hêzên Pêşmerge li Kobanê dûpatkirin.

Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button