Cîhan

Serok Barzanî û cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiyan

Îro yekşemiyê 06.03.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Fereydun Sînîrlîoglu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê û şanda li gel kir ku ji Murad Ozçelîk balyozê Tirkiyeyê li Iraqê û Aydin Selcen konsolosê giştî yê Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên wezareta derveyê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de, cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê silavên serokomar, serokwezîr û wezîrê derveyê Tirkiyeyê bi serok Barzanî ragihand û balkişand ser pêwendiyên di navbera her du aliyan de û tekez li ser wê yekê kir ku hikûmet û gelê Tirkiye dixwazin wan pêwendiyan berev pêşve bibin ku bi awayekî  xizmeta berjewendiya her du aliyan bike.

Her wiha Fereydun Sînîrlîoglu rola serok Barzanî di prosesa siyasiya Îraqê de bilind nirxand û balkişand li ser wan pirsgirêkên siyasî ku heta niha bi bê‌ çareserî mane û tekez jî li wê yekê kir ku çareseriya wan pirsgirêkan pêwîstî bi serkirdayetiya hekîmaneya serok Barzanî heye û dûpat jî kir ku sebaret bi rewşa Iraqê û navçeyê, Tirkiye gelek bi girîngiyê ve temaşa dîtin û nêrînên Barzanî dike.

Serok Barzanî, bi xêrhatina cîgirê wezîrê derveyê Tirkiye û şandeya digel kir û daxwaz kir ku bi heman awayî silav û rêzên wî bigihîne serokomar, serokwezîr û wezîrê derveyê Tirkiye û got:  ”Em jî dixwazin pirsên li nav Iraqê bihêne çareserkirin û aliyê nakokidar jî, ji bo çareseriyê,  zêdetir bêne pêş. Em jî bi tu awayekî dinêzîkkirina wan aliyan de kêmterxemî nakîn, ji ber ku aramiya Iraqa federal aramiya herêma Kurdistanê ye û bi berevajiya wê jî heman awayî ye.”

Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku hemû aliyên Iraqî divê‌ girêdayî naveroka wê peymanê bibin ya ku hikûmeta niha ya Iraqê li gor wê hatiye pêkanîn, ne zêdegavî têda bihête kirin û ne jî kêmtir be ji wê ya ku di peymanê de li ser pêkhatine .

Di dawiya hevdîtinê de guhertinên dawiyê yên navçeyê hatin nirxandin û her du alîyan nêrîna xwe sebaret bi wan guhertinan xiste rû.

Back to top button