PolîtîkRojev

Serok Barzanî û balyozê Brîtanya li Iraqê behsa rewşa siyasî kirin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Mark Bryson Richardson kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, posta serkomariya Iraqê, serokatiya hikûmeta nû ya Iraqê û xebat û bernameya hikûmeta nû ya Iraqê hat axaftin û hat gotin ku divê tevahiya mijarên han li ser bingeha Destûr û li gorî pîvanên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê bin.

Balyozê Brîtanya behsa topbarana devera Perex ya Zaxo jî kir û ragehand, Brîtanya piştevaniya aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê jî hat kirin.

Back to top button