Serok Barzanî û Ashton Carter şerê Daîşê nirxandin
Roja pênçşem 17.12.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ashton Carter Wezîrê Bergiriyê Amerîka û şandekî li gel kir ku ji hejmarek berpirs û şêwirmendên Wezareta Bergiriyê û Artêşa Amerîka û Balyozxaneya wî welatî li Iraqê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Amerîka sersamiya xwe bi wêrekî û azayetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û şikestdanîna wan de derbirî û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana Pêşmerge hebû û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û kesukarê wan Pêşmergeyan kir ku canê xwe bexşîne û şehîd bûne. Her wiha behsa serkeftinên Pêşmerge li bereyên şer kir ku li encama hemahengî û karê hevbeşa Pêşmerge û hêzên hevpeymanan pêkhatiye. Her wiha behsa ewe jî kir ku Herêma Kurdistanê gelek bi başî kariye şer bike û bergiriyê li xwe bike û li heman demî de wî bi xwe jî bi başî birêve bibe û eve jî cihê balkişandina hemû aliyeke. Daxwaz jî kir hemû aliyek sûd ji ezmûna giranbihayên hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan da werbigrin. Wezîrê Bergiriyê Amerîka ji bilî dûpatkirina dostayetî û baweriya di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe de eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku ji bo tokmetirkirina hevdû têgihîştin û hemahengiya di navbera her dû aliyan serdana Hewlêrê kiriye û welatê wan rizamende li wê bawerî û hemahengiya ku li navbera artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge da heye.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Wezîrê Bergiriyê Amerîka kir û spasî yek bi yek û tîmên artêşa Amerîka jî kir ku hevkar û yarmetîderê Pêşmerge bûne û pêzanînên xwe ji bo ked û peroşiya wan hebû û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka li şerê terorîstan gelek bi başî wesif kir. Li dirêjahiya axaftina xwe de behsa rewşa meydaniya bereyên şer kir û tekez li wê yekê kir ku ewlewiyeta gelê Kurdistanê bergirîkirine li xwe û şerkirine li gel terorîstên Da’îş û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo hemû cûre hemahengî û hevkariyek li gel her aliyek ku şerê terorîstan bike nîşanda. Serok Barzanî behsa hewla hemû aliyan ya ji bo ji navbirina terora li Iraqê kir û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste heman demî de bîr li çareseriya rewşa siyasiya Iraqê jî bê kirin. Her wiha eve jî bi Wezîrê Bergiriyê Amerîka ragihand ku her çende gelê Kurdistanê li bin zexta şer û qeyrana aborî û birîna bûdçeyê daye lê belê xweragir buye û xweragiriya wê jî ji bo ewe vedigerê ku xwediyê doza xwe ya rewaye û bi navê wê de têdikoşe û qurbanî dide.Her li vê kombûnê da behsa rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye û navçeyê bi giştî û plana azadkirina bajarê Musilê kirin û her wiha çawayiya bilind kirina asta hemahengî û karê hevbeşê di navbera hêzên Iraqiyan û hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan guftûgo kirin.Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Cîgirê Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxo û Pêşmerge bi Wekalet, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Herêma Kurdistanê, Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Abdulrehman, Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka amade bûn.