D.X.B. çanta û pêdiviyên xwendinê dabeş kir
Li çarçêweya helmeta dabeşkirina çanta û pêdiviyên dinê xwendinê ya ji bo xwendekarên qonaxa bingehîn li Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li nahiyeya Kelek ya ser bi parêzgeha Dihokê çanta û pêdiviyên cûr bi cûrê xwendinê li ser 1500 xwendekarên qonaxa bineretî dabeşkir.Roja 16.11.2015 bi mebesta hevkarîkirina zêdetirê xwendekarên li Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane çanta û pêdiviyên xwendinê li ser xwendekaran da dabeş kir. Proseya dabeşkirinê heta niha zêdetirê navçeyên Herêma Kurdistanê li xwe girtiye û li helmeteke nahiyeya Kelek ya ser bi parêzgeha Dihokê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çanta û pêdiviyên dinê xwendinê li ser dû xwendingehan de dabeşkir. Yekem bi navê xwendingeha (Kelek)a bineretî bû têda 750 xwendekar sûdmendbûn û heman demî de li xwendingeha (Avesta) ya bineretî ya keçan jî li heman nahiye 750 xwendekar sûdmendbûn.Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Projeya dabeşkirina çanta û pêdiviyên wan yê xwendinê li destpêka xwendina îsal ve berdewam bûye û zêdetirê navçeyên Herêma Kurdistanê li xwe girtiye, îro jî li nahiyeya Kelek ya ser bi parêzgeha Dihokê çanta û pêdiviyên dinê xwendinê li ser 1500 xwendekarên qonaxa bineretî ya runiştvanên nahiyeyê da dabeşkir. Her wiha got: Berdewam dibîn li proseya dabeşkirina çanta û pêdiviyên xwendinê bo ku zêdetirê navçeyên Herêma Kurdistanê li xwe bigre.