Civak
Serok Barzanî serxweşiyê li Babê Dijo kir

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata xwedê jêrazî Mihemed Hesen Mihemed Hacî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata xwedê jêrazî Mihemed Hesen Mihemed Hacî (Ebu Dijo)
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê Qehreman û Fermandeyê Lîwaya Heşt ya Wezareta Pêşmerge, Mihemed Hesen Mihemed Hacî naskirî bi (Ebu Dijo) gihîşt me.
Serxweşiyên xwe pêşkêşî we û kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
24.02.2020


