Sancar: Ronahiya rêya aşitiyê Ocalan e

HDPê kongreyê xwe pêkanî, di kongreya HDPê de hevserokek hate guhertin, Sezaî Temellî çû dewsa wî de Mithat Sancar hat. Hevserokê nû yê HDPê Sancar di kongreyê de axavtinek kir, dema mirov axavtina sancar baş binirxîne, dixweyê di nava HDPê de wek rêbaz tu guhertin çênebûne.

Sancar behsa pêvajoya Dolmabahçe kir û cardin xwest ku pêvajoyek nû ya “ çareseriyê“ were destpêkirin. Herweha Sancar dibêje: Rêya aşitiyê vekin, ji bo aşitiyê dive hun deriyên Îmralî heta dawîyê vekin.Eger rêya aşitiyê vebe Ocalan ronahiya vê rêyê ye. Pirsa aşitiyê ne tenê mesela meye û ne tenê meseleya hukuqê ye, mesela vî welatiye.

Sancar dibêje ku heta aşitî pêkneyê demokrasî çênabe. Berdewamiya axaftina xwe de Sancar dibêje ku, emê ji hir pêde ji bo pêşerojekî bi rê bikevin.HDPê hêdî dixwaze Tirkiye li gel demokratan rêve bibe, em talibê îdarekirina Tirkiyene..

Sancar got: Armanca me ewe ku di vî welatî de herkesek azad be,herkes wekhevbe û em dixwazin Cumhuriyeta Demokratik ava bikin.

Sancar  cardin îradeya xwe û HDPê radestî Ocalan dike û dide xûyakirin ku, roniya tiştên ku ew dixwazin pêkbînin yanî ya “aşitiyê“ Ocalan e. Herweha Armanca Sancar û HDPê cardin wek berêye û avakirina “Cumhuriyeta Demokratik“ e. Başe ev cumhuriyeta ku HDP behsê dike çiye? Kesek vê nizanê. Lê dibêjin ku di vê cumhuriyetê de, dê azadî hebe û wekhevî hebe. Azadiya “Cumhuriyeta Demokratik“ wek azadiya di nava PKKê û HDPê de ye. Sancar di bingehî xwe de tiştek nû nabêje, sloganên HDPê dubare dike.

Gelo Sancar bi xwe di nava partiya xwe de çikas azade? Sancar baweriyên xwe dibêje yan jî, tişta ku jêre hatî gotin dibêje? Ji berî her tiştekî heta HDP xwe wek partiyek Kurd û Kurdistanî deklere nekê , Temellî çû Sancar hat tiştek nayê guhertin. Heta HDP li ser xetek netewî siyaetê neke û şîara “ Cumhuriyeta Demokratik“ bilind bike, dê di bin bandora Îmral û Qendil de be. Yanî HDP bi xwe ne azada, dê çewe civatekî azad bike ?

Ya herî rast û berbiçav, heta HDP  xwe ji qendîl dûrneyêxe û bi serê xwe siyasetekî sivîl neafirîne HDP nikare gavekî li pêş bikeve. HDP dikare gelek denga bigre, gelek parlementeran rêkê parlementoyê. Lê heta HDP nebe partiyek kurdî û daxwaza mafê rewa yê gelê kurd neke , HDP her li ser xeta siyaseta PKKê ye û bi serê xwe nikare gavekî pêşve herê .

Ji aliyek din ve, di nava HDPê de kesek nikare li gora îrada xwe ya azad tevbigere û rexna li siyaseta HDPê bigre. Car carê hinek parlementerên ku ji çepên Tirkan hatine û çepin, hinek rexna digrin .Lê di nava HDPê de ew azadiya ramanî tuneye.

Ji aliyek din Kurd divê hewl bidin li ser xeta netewî siyasetek kurdewarî biafirînin, tenê ji HDPê re li çepka bidin, bi vê yekê mirov nagihê cihekî.

Ji sala 2015ê pê de AKP li dijê HDPê siyasetek tund rêve dibe û HDP bi temamî îzole kiriye. Ji bo vê yekê jî yanî ji bo çewtiyên desthilata AKPê , xelkek berê xwe dide HDPê. Herweha tê zanîn ku li himber desthilatdariya AKPê nexweşiyek di nava xelkê de peyda bûye û ev yek dibe sedemek ku xelkek berê xwe didin HDPê, Taybetî li Kurdistana Bakur du alî hene. AKP û HDP.

Lê wek gelek cara hatî gotin HDP xwe wek partiyek Kurd nabîne di vê kongreyê de jî behtir ber bi Tirkiyebûnê ve çûye.

24.2.2020

Nûçe/Analîz

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: