Civak

Serok Barzani sersaxiya malbata Qadrî Yildirim dike

Serok Barzani ji bo Koça dawî ya Qadrî Yildirim peyamek belav kir.

Peyama Sersaxiyê:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û akademîsyenê Kurd li Bakûr û mamostayê her du Zanîngehên Diyarbekir û Mêrdînê (Dr Qedrî Yildirim) me bihîst. Lêkolîn û hewl û keda Dr Qedrî Yildirim ya ji bo pêşxistina ziman û edeb û dîroka Kurd cihê pêzanînê ye û ji destdana kesayetiyeke wekî Dr Qedrî ziyaneke mezine.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hevalên xwedê jêrazî û hemû rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
27.03.2021

Back to top button