
Wezereta navxwe ya Tirkiye ji bo kêmkirina tundiya li dijê jina,Kiryara li dijê şîdeta li himber jina KADES pêkaniye. Di nasandina KADESê zimanên cuda hatina bi karanîn. Tirkî, Erebî Fransî, Ingilizî, Rusî û Farisî hatine bi karanîn, tunebûna zimanê Kurdî bû sedemê protestoya û di vê derbarê de gelek rexne li Wezereta Navxwe hatin kirin.
Niha Baroya Diyarbekirê daxwazî ji wezereta Navxwe dike ku zimanê Kurdî jî bê karanîn. Baroya Diyarbekir endamê nawenda Mafê Jina Çigdem Sevimlî û Endama Komisyona Zimanê Kurdî Elif Birikli serî li wezereta Navxwe dan û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî bê bi karanîn.
Daxwaznameya xwe de dibêjin: Li Tirkiye zimanê dayîkê yê milyona bi Kurdiye, herweha gelek ji bilî zimanê Kurdî tu zimanek din nizanin,gelek vekiriye şîdeta li dijê jinê ne ji bo tenê pirsên etnîkî, darayî û oli ye. Mixabin her jinek li ser rûyê erdê mexdûrê tundiyê ye. KADES ji bo kêmkirina tundiya li dijê jina hatiye pêkanîn,ji bo vê yekê jî divê cih bide zimanên li vî welatî têne axavtin. Nabê hinek jin ji bo zimanek din diaxêvin ji vê bê behr bimînin.
Herdu jinên baroya Diyarbekir didin xûyakirin ku ev kiryara wezereta navxwe li dijê huquqêye û divê bê çareserkirin. Eger cih nedin zimanê Kurdî , dê serî li dadgeha Desturî ya Tirkiye bidin , encamek ji wê jî dernekevê , dê heta dadgeha mafê mirova ya Ewropa jî herin.