Civak
Serok Barzanî: Qerebûkirina malbatên qurbaniyên Helebçeyê li ser milê dewleta Iraqê ye

Serok Barzanî di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de got: “Birîn û êşa kîmyabarana Helebçeyê dê her û her di dilê hemû kurdan de bimîne û neyê jibîrkirin.”
Serok Barzanî îro 16ê Adarê di di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got:“Birîn û êşa kîmyabarana Helebçeyê dê her û her di dilê hemû kurdan de bimîne û neyê jibîrkirin.”
Serok Barzanî tekez kir, “Berpirsiyariya vê tawana li dijî mirovatiyê û encamên wê, heta qerebûkirina malbatên qurbaniyan, li ser milê dewleta Iraqê ye.”
Serok Barznî got: “Di sî û heftemîn salvegera kîmyabarana Helebce de, em silav li giyanê şehîdên Helebce û malbatên şehîd û birîndarên vê tawanê dikin.”