PolîtîkRojev

Mesrûr Barzanî û Bafel Talebanî civiyan

Bafel Talebanî îro piştî nîvro gihîşte Pîrmamê û bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra ji Rûdawê re ragihand, civîn ji bo temamkirina wan arîşeyan e ku di civînên berê de nehatine çareserkirin.

YNK û PDK’ê ji bo pêkanîna kabîneya dehem çend caran hevdîtin kirine.

Duh jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî re civiya û derbarê pêkanîna kabîneya nû û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. Herwiha behsa amadekariyên guhertin û pêşhatan û danûstandinên Herêma Kurdistanê ligel wan tê kirin.

Di hilbijartinên 20-10-2024ê yên Parlamentoya Kurdistanê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 39 kursiyan, herî zêde kursî bi dest xist, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 23 kursiyan û Newewa Nû bi 15 kursiyan, di rêza duyemîn de bûn.

Back to top button