Serok Barzanî pîrozbahî li desteya serokatiya parlementoya Iraqê kir.
Duhî Encûmena Nûneran a Iraqê yekem civîna xwe girê da û tê de Mihemed Helbûsî wek Serokê Encûmena Nûneran, Hakim Zamilî wek Cîgirê Yekem ê Serok û Şaxewan Ebdullah jî wek Cîgirê Duyem ê Serok hatin hilbijatin.
Di wê derbarê de Serok Barzanî di peyameyekê de ragihand, “Hilbijartina Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê û du cîgirên wî, pêngaveke girîng a proseya siyasî ya Iraqê bû. Bi vê boneyê pîrozbahiyê li Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî, Hakim Zamilî û Şaxewan Ebdullah dikim. Pîrozbahiyê li hemû endamên Encûmena Nûneran, dengderan û welatiyan dikim. Ev pêngav, destpêkeke gelekî baş e ji bo rastrêkirina proseya siyasî û bingehek e ji bo damezirandina pêşerojeke geş, aramtir û xurttirkirina demokrasî û hevbeşiyê di Iraqê de.
Di peyama Serok Barzanî de hat: “Ji vir ve, spasiyê li hemû wan dost û aliyên siyasî dikim ku pabendî sozên xwe bûn û bûn hokarê serkeftinê vê proseyê. Bi dilniyayî ev pêngava îro ya Encûmena Nûneran a Iraqê, derfetek e ji bo pêkanîna yekrêzî, vekirina rûpeleke nû, derbaskirina zehmetiyan û hevtêgihîştinan. Herwiha dibe deriyek jî ji bo avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên û pêkanîna dewleta dezgehan.”