Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Berevaniya Almanya civiya

Li civîna di navbera wan Serok Nêçîrvan Barzanî û xanima Christine Lambrecht Wezîra Berevaniya Almanya hevra bûn ku şerê dijî Da’îş hê jî dawî nehatiye û metirsî û gefên terorê li navçeyê, metirsî û gefin li ser aramiya Ewrûpa û Rojava jî.

Êvariya îro yekşem 09.01.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Christine Lambrecht Wezîra Berevaniya Almanya li gel Serokê Lîjneya Berevaniyê li Parlemena Almanya û şandeke serbazî û dîplomasî kir.

Li civînê de peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û warên hevbeşî û alîkariya di navbera wan, pêşhatên dawî ya rûbirûbûna terorê û metirsiyên Da’îş, pêdaçûna bi erkê hêzên Almanya li Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî hatin guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna xwe û hikûmeta nû ya Almanya û sala nû ya ku xanima Lambrecht û li hêzên Almanya kir û serdana wê ya li vê qonaxa hestiyar ya Iraqê da bi girîng da zanîn, her wiha spasî Almanya kir ji bo piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da, tekez li wê yekê jî kir ku gefa Da’îş dawî nehatiye û nehiştina terorê tenê li rêya serbaziyê ve nabê, belkû hengavên siyasî jî pêwîste.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasî gel û hikûmet û Parlemen û rol û amadehiya Almanya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û ji bo piştgîriya siyasî û serbazî û mirovî û alîkarî û pêşxistinê, bi taybetî yarmetiya mirovî ji bo lêqewimiyan û qurbaniyên şer li her du pêkhatên Êzdî û Kirîstiyanan.

Ji aliya xwe ve xanima Lambrecht ji bilî dûpatkirina berdewamiya piştgîriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, geşbîniya xwe bi paşeroja karê hevbeş û pêkveyî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û spas û pêzanînên Almanya ji bo rol û qurbaniyên Pêşmerge li rûbirûbûn û têkşikandina Da’îş da, dûpat kir.

Rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, tevgerên Da’îş li Sûriye, rewşa wargeha Alhol û çend babeteke dinê girîng hevbeş, mijareke dinê civînê bû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: