Polîtîk
Serok Barzanî pêwaziya balyozê Britanya kir
Serok Barzanî, pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen kir û ragihand ku PDK dê di hikûmeta nû de ti aliyan veto neke.
Hat ragihandin ku Balyozê Brîtanyayê ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û beşdariya zêde ya xelkê pîrozbahî li Serok Barzanî kir.
Di derbarê danûstandinên hikûmetê nû de jî Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ti aliyan veto nake û divê danûstandin di çarçoveya “yek Herêm, yek Parlamento, yek Hikûmet û yek Hêza Pêşmergeyan” de bin.
Di civîna ku Konsulê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Bizley jî amade bû de li ser encamên hilbijartinên Amerîkayê û bandora wan a li ser cîhan û herêmê û rewşa siyasî ya Îraqê gotûbêj hatin kirin.