Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê bilindê Berevaniya Brîtanî kir

 Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mareşal Samî Sampson Şêwirmendê bilindê Berevaniya Brîtanî li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa û şandekî serbaziya li gel da kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û navçeyê û pêşhatên emnî yên li ser asta Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeymanan û artêşa Iraqê. Şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya palpiştî û hemahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Back to top button