Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Iraqê kir

Roja  15.12.2018ê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed El Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir ku ji nûnerên parêzgehên navend û rojavayê Iraqê li Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Mehmûd Mihemmed Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, pêşketinên dawî yên li nav proseya siyasî ya Iraqê û hengavên temam kirina hikûmeta nû ya Iraqê û gef û kêşeyên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin nirxandin.

Her li vê civînê de tekez li wê yekê kirin ku paşketina temam kirina kabîneya wezîrên nû yên Iraqê kêşeyan kûrtir dike û Iraq rûbirûyê egerên nediyar re dibe. Her wiha tekez jî li ser pabendbûna prensîpa hevsengiya damezraweyên hukimranî û kerta emnî û serbazî kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo hewlên Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li çareserkirina kêşeyan û leztir kirina proseya syasiya Iraqê ragihand. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku piştî 2003 proseya siyasiya niha baştirîn derfet bûye ji bo çareserkirina kêşeyan û binyatnana baweriya li navbera aliyan.

Rewşa emnî û îdarî ya parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya koçberan û avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên wê parêzgehê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

 


 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: