Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Hikûmeta Vatîkan kir

Roja 27.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kardînal Pietro Parolin Serok Wezîrê Vatîkan û şandekî li gel kir ku ji hejmarek ji şêwirmendên Hikûmeta Vatîkan û kesayetiyên ola Mesîhî li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Vatîkan silav û rêzên taybetê Papaya Pîroz bi Serok Barzanî gihand, her wiha spasî hewlên Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina pêkhatên Mesîhî li Kurdistan û Iraqê û armancên serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û ragihand ku hana baştirkirina rewşa hemû aliyek didin li Kurdistan û Iraqê û daxwaz jî kir ku rewş û guzeran û rewşa asayîşa Musil û navçeyên Nînowa bê baştir kirin bo ku koçber bikarin vegerin ser jiyana xwe ya asayî.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Wezîrê Vatîkan spasî Serok Barzanî kir ji bo pabendbuna beranber kûrtir kirina pêkvejiyanê û parastina rewşa pêkhatan û dabînkirina aramî û baştirkirina rewşa jiyana wan. Di derbarê peywendiyên di navbera Herêm û Bexda de jî Serok Wezîrê Vatîkan wê yekê xisterû ku hana her dû aliyan dide ku kêşe û giriftan bi diyalog û aştiyê çareser bikin û li vî derbarî de geşbîniya xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Di derbarê şerê terorê ve jî Serok Wezîrê Vatîkan pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana Herêma Kurdistanê ya li wê şerê da hebû û tekez jî li wê yekê kir ku bi navê nehiştina fikra terorê pêwîste şerê îdeolojiya terorê jî bê kirin. Eve jî xisterû ku ji bo xêr û xweşiya gelê Kurdistanê ew bi xwe û welatê wan dua dikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serok Wezîrê Vatîkanê û şanda li gel kir û spasî Papayê Pîroz kir û ji bilî balkişandina li ser çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê wê yekê ragihand ku di dema êrîşa terorîstên Da’îş de bi xuşk û birayên Mesîhiyan ragihandiye ku me hemûyan çarenûsa hevbeş heye û li mirin û jiyanê da bi pêkve dibîn. Serok Barzanî balkişand li ser tawan û bedrewştiyên terorîstan û qurbanîdana xelkê Kurdistanê û wê yekê dûpat kir ku pêwîste em hemû alî û civaka navdewletî hana xuşk û birayên Mesîhiyan bidîn ku li welatê xwe bimînin û handana wan ya ji bo cîh hiştina welat bi babetekî şaş û xelet wesif kir.

Her wiha daxwaz jî kir ku civaka navdewletî ji bo yarmetîdana jiyan û guzeraniya pêkhatan û koçberan bê ser hêl. Serok Barzanî şanaziyê jî bi çanda pêkvejiyan û rêzgirtina beranber û hevdû qebûlkirina cûdahiya neteweyî û olî ya li nav xelkê Kurdistanê kir û ragihand ku em hemû li mirovbûnê da birayê hevin û bi encamên baş û mirovane dikarîn bi aştî li gel hevdû da bijîn.

Di derbarê gefa terorê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku teror ji ber gelek sedeman serî hildaye û eger ew sedem neyên çareser kirin li paşarojê de metirsiyên ji Daîşê mezintir jî serî hildidin.

Di derbarê peywendiyên di navbera Herêm û Bexda Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku herdem Kurdistan alîgirê zimanê diyalogê bûye û şer nexwestiye û ragihand ku li hewla ewe didin ku kêşeyan çareser bikin û balkişand li ser kesayetiyê Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê nû yê Iraqê ku kesekî vekiriye û alîgirê hevdû têgihîştin û çareseriya kêşeyane û piştevaniya xwe jî ji bo Serok Wezîrê nû yê Iraqê û hikûmeta wî ya ji bo çareserkirina kêşeyan û baştirkirina rewş û jiyana xelkê dûpat kir.

 

 

Back to top button