Li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Brett Mc Gurg Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li bajarê Musil xistin ber behs û danustandina bîr û ramanên di derbarê gefên qonaxa piştî Da’îş kirin. Her wiha Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ji bilî balkişandina li ser girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe tekez li ser berdewamiya piştevanî û rahênana artêşa Amerîka ya ji bo hêzên Pêşmerge kir.Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û paşaroja proseya siyasiya Iraqê.Li beşekî dinê civînê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û hengav û planên têkşikandina Da’îş li Sûriye hate nirxandin.
Pêş
05/10/2024
Parlemento di 8ê Cotmehê Ji bo “Tehdîd a Îsraîlê“ dicive…!
05/10/2024
Biden pêşniyar dike ku Îsraîl êrîşê qadên petrolê yên Îranê neke
Balkêş e ?
Close - Wezîrê Derve yê Îranê çû Libnanê04/10/2024