Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Amerîka kir

Îro şemî 25.07.2020 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Robert Waller Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Konsolê berê amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû û her wiha ji bo Konsolê berê li karê wî yê nû de xwest.
Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistan û Iraq û Rojhilata Navîn û pêşhatên bandorên pejika Koronayê kirin.
Ji aliyê xwe ve Konsolê nû yê Amerîka spasî helwesta miroviyaneya Herêma Kurdistanê ya beramber koçber û penaberan kir ku ji ber şerê Da’îş xwe spartine Herêma Kurdistanê.