Polîtîk

Hekîm: Dewlet li ser peymana 2003 birêve naçe

Emar Hekîm Serokê Tevgera Hîkme ragihand ew girêbesta civakî ya li sala 2003 ya Iraq li ser hatiye pêkanîn karînên xwe yên rêvebirina dewletê nemaye û pêwîste bi pêdaçûneka din ya awayeke nû bê kirin.

Serokê Rewta Hîkme li ser paşeroja Iraqê ragihand girêbesta civakî ya sala 2003 êdî nikare di rêvebirina dewletê da bê bikaranîn, pêwîstî bi hizr û rameneke nû heye li gel guhertinên xwezayî û qonaxan da xwe biguncênîn.

Sala 2003 bi tevahî û hevdengiyê û rêkeftina hemû pêkhatên Iraqê destûra Iraqê hatiye nivîsîn û di wê çarçoveyê da dewleta Iraqê li ser bingeha rêkeftina hevbeşkirina hemû neteweyên Iraqê di nava wan da jî Kurd û Ereb hatine diyarkirin.

Back to top button