Roja 07.06.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Necmedîn Kerîm Parêzgerê şer’î yê Kerkûkê kir.Li hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û hevkêşeyên siyasiyên piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û pêşhatên dawî û helwesta aliyên siyasiya ya di derbarê paşaroja Iraqê de hate nirxandin.Her wiha behsa biryara destgîrkirina Dr Necmedîn Kerîm kirin û derket ew dadwerê biryara destgîrkirina birêz Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derxistibû, her ewî jî biryara destgîrkirina Parêzgerê Şer’î yê Kerkûkê derxistiye û eve jî bi firîska xiyanetkarên 16ê cotmehê ye û dirêjahiya heman xiyanete.