Putin: Pêwendiyên me yên baş li gel Kurdistanê hene

Vladimir Putin serokê Rusyayê salê carekî bi zindî di televizyona de, ji bo gelê Rusyayê diaxive, di vê axvtina xwe de behsa siyaseta navxwe û derve dike, behsa proje û rewşa darayî dike. Putin isal di axvtina xwe de behsa Kurdistanê jî kir.Putin di derbarê Kurdistana Başûr de got: Pêwendiyên me yên baş û dîrokî li gel kurda hene. Em dizanin di Iraqê de çi çêdibe. Em xebata kurda ya ji bo mafên wan yên rewa dikin tê digihin û çalakiyên wan teqdîr dikin. Em dibînin ku ev biryarên kurda di encama referandumê de hatine dayîn. Her weha em niha dibînin ku berpirsên Kurdistanê çewe bi awayek hestiyarî pirsgirêkan çareser dikin. Kurd vê yekê di çerçova yekitiya Iraqê de dikin.


