
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî ya deverê dike.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (În, 18.04.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Noh Yilmaz û şanda pê re kir, ku ji Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora Inan û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Irman Topçû û hejmareke diplomatkarên din ên Tirkiyeyê pêk hatibû.
Di wê civînê de, her du aliyan danûstandin li ser rewşa Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, herwesa ronahî berda ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya deverê û ihtîmal û pêşhatên paşeroja deverê bi awayekî giştî li hev guhertin.
Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û pêşxistina dostîniya navbera her du aliyan û piroseya çareseriyê û aştiyê li Tirkiyeyê mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.